27 Tebax 2016•Rojanekirin: 27 Tebax 2016
ANKARA
Di Rêziknameya Cil û Bergan a Mensûbên Xizmetên Ewlehiyê da guherîn hat kirin.
Biryarnameya ku di Rêziknameya Cil û Bergan a Mensûbên Xizmetên Ewlehiyê da guherînan dike di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Li gor vê guherîna di rêziknameyê da mensûbên jin tevî unîformayê dikarin laçikên sade bidin serê xwe.
Bi vê guherînê mensûbên jin nikarin fanorî, êleg û cil û bergên ku ji derva va xuya dikin di ser unîformayê da li xwe bikin.
Wek mayîn bicîanîna hikmên rêziknameyê ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va tê sepandin.