17 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2017
ŞANLIURFA
Parlamenterê Şanliûrfayê yê HDPê Îbrahîm Ayhan di doza ku ji ber "propagandaya rêxistina terorî" dihat darizandin da salek û 3 meh cezayê hepsê lê hat birîn.
Heftemîn danişîna dozê li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran hat kirin û bersûc Ayhan beşdar nebû. Li salonê ji parêzerên bersûc Sevda Çelîk Ozbîngol û 5 parêzerên pê ra beşdar bûn.
Parêzer Ozbîngol daxwaz kir ku muwekîlê wê ji sedemên sivikkirinê mifadar be.
Heyeta dadgehê ev daxwaz red kir û ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorî" salek û 3 meh cezayê hepsê li bersûc Ayhan birî.
Ji ber sûcê propagandaya terorê bi daxwaza 5 sal hebsê, doz li Parlamenterê Şanliûrfayê yê HDPê Îbrahîm Ayhan hatibû vekirin.