Önder Beyter
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
VAN
Ji bo ku Gola Wanê qirêj nebe projeya avakirina parzûnxaneyê hat amadekirin ku tê pêşbînîkirin wê di nava du salan da bikeve fealiyetê.
Parzûnxaneya Ava Qirêj a Wanê ya ku 30 sal berê li qeraxê Gola Wanê hat avakirin, ji ber kêmasiya kapasîte û teknolojîk rojane bi tonan ava ku nikare parzûn bike, berdide golê û bi hawî dibe sedemê qirêjkirina golê.
Şaredariya Bajarê Mezin Wanê ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî lê cîgirşaredar hat wezîfedarkirin, ligel Midûriyeta Giştî ya Av û Qanalîzasyonê ya Wanê (VASKÎ) ji bo ku rê li ber vê rewşê bigire, projeya "Parzûnxaneya Biyolojîk û Pêşketî ya Ava Qirêj a Navenda Wanê" amade kir.
Îhaleya projeya ku maliyeta wê qedera 100 milyon lire ye, wê di 1ê sibatê da bê kirin.
Walî û Cîgirşaredarê Bajarê Mezin Murat Zorluoglu, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku Gola Wanê hem ji bo bajêr û hem jî ji bo herêmê girîngiyeke xwe ye pir mezin heye.
Zorluoglu bal kişand ku dema ew hatin ser wezîfeyê, herî kêm ji sisêyan duduyê ava qirêj a kanalîzasyonên navçeyên Tûşba, Îpekyolu û Edremîtê bêyî parzûnkirinê deşarjî golê dikirin ku ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin û ji ber hindê jî wan der heqê mijarê da pêra pêra dest bi xebatê kir.
Zorluoglu bal kişand ku divê Gola Wanê vê parastin ku ji nifşên siberojê ra bimîne û wiha pê da çû, "Li ser vê mijarê hevalên me xebateke pir bilez meşandin. Ji aliyekî din va em ketin pey û ji rêveberiya navendî em li çavkaniyê geriyan. Wekî bajarê Wanê em spasdarê birêz Serokomarê me, birêz Serokwezîrê me ne. Me ev çavkanî bîter kir. Ne kêm e, qedera 100 milyon lire maliyeta vê projeyê heye."
Zorluoglu herwiha diyar kir ji bo kêmkirina maliyeta vejenê, wan projeya vejena tavê jî tevlî projeya avakirina parzûnxaneyê kir.
Zorluoglu got ku ew pêşbînî dikin ku proje wê di nava du salan da kuta be û herwiha ev parzûnxane wê heya 2050yan ava qirêj a kanalîzasyona milyonek nifûsî parzûn bike.
Zorluoglu herî dawî jî diyar kir ku par ji 500 hezarî zêdetir tûrîstî Wan ziyaret kir.