22 Mijdar 2016•Rojanekirin: 23 Mijdar 2016
VAN
Ji bo Adem Geveriyê Parlementerê Wanê yê HDPyê ji ber sûcên "têkdana yekîtiya dewletê", "kirina propagandaya rêxistina terorê" û "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" 35 sal cezayê girtîgehê û miebeta giran tê xwestin.
Piştî ku di destûra bingehîn da guherîn hat kirin û zagona rakirina parêzbendiya parlementeran di Rojnameya Fermî da hat weşandin û kete rewacê, li edliyeyan lêpirsînên li ser dozyeyên parlementeran dewam dikin.
Serdozgeriya Komarê ya Wanê piştî rakirina parêzbendiya Geveriyê parlementerê HDPyê, lêpirsîna der barê xeberdanên wî yên di 28ê Îlonê, 18ê Adarê û 27ê Nîsanê da temam kir.
Îdianameya ku hat amadekirin bi destê Ddageha Cezayê Giran a 2yemîn a Wanê hat qebûlkirin.
Di îdianameyê de hat îfadekirin ku Geverî di axaftinê xwe de pesna çalakiyên şidetê yên rêxistina terorê daye, propagandaya rêxistina terorê kiriye. Hat telebkirin ku ji ber sûcên wekî "têkdana yekîtiya dewlet û welêt", "kirina propagandaya rêxistina terorê" û "endatiya rêxistina terorê ya çekdar" cezayê girtinê yê heta hetayê tevî 35 sal cezayê hebsê bidinê.
Di îdianameyê de hat destnîşan kirin ku rêxistina terorê PKK ji bo "bi şidet, çewisandin, tirsandin, geflêxwarinê ji bo texrîbkirina wesfên komarê yên di zagona bingehîn de hatine diyarkirin, têkdana yekîtiya dewlet û miletê, têkdana pergal û tenduristiya kamuyê " hatiye avakirin. Rêxistinê bi vê armancê gelek çalakiyên çekdarî li dar xistine û çalakiyên wê dewam dikin.
- "Pesna çalakiyên terorîstan da"
Di îdianameyê da cî dan axaftina Geverî ya di vekirina buroya hilbijartinê ya HDPyê ya di 27ê nîsanê da ku gotibû, "Ez jî wekî ewladekî we, me digel HDPyê bona Kurdistanê tifaqek kir, emê pergaleke adil saz bikin. Heq, edalet û azadî gerîlla ye, Ocalan e." Herwiha di îdianameyê da hat gotin ku berşik di axaftina xwe ya nabvorî da pesna çalakiyên terorîstan daye û sûcê propagandaya terorê kiriye.
Herwisa di îdianameyê da hat destnîşankirin ku Geverî di 28ê Îlona 2015an da di parkeke nava bajêr da axivî û wiha got, "Zarok tên asîmîlekirin. Çawa ku bi salan e em ji ber yekzimaniyê perwerdeyê, yek milet, yek alayê protesto dikin, bi heman awayî em îsal jî wekî saziyên civaka sivîl û partî, piştgiriyê didin biryara boykota dibistanan a hefteyekê û em naxwazin zarokên me vê perwerdeyê bistînin."
Di îdianameyê da hat desnîşankirin ku Geverî bi van gotinên xwe va li hemberî yek alayê derdikeve û dixwaze yekîtiya dewlet û welat rûxîne.
- "Piştevaniya kesên ku çal kolan kir"
Di îdianameyê da hat destnîşankirin ku Geverî di 18ê Adara 2015an da di çalakiyên newroza Gewaşê da propangandaya rêxistinê kiriye û wiha hat gotin:
"Gumanbar, li navênda Wanê hezdikir ku pêvçûn derkeve û çalên ku rêxistina terorê kolandin wek siyaseteke sivîl nîşandaye. Ji bo kesên çalakiyên terorê kirine û hatine binçavkirin ra gotiyê "berxwedana wan û têkoşîna wan pîroz be." Ev jî nîşan dide ku gumanbar, pesnê çalakî û tundiya PKKya rêxistina terorê kiriye û bi vî awayî sûcê propangadaya rêxistina terorê kiriye. Dîsa îfadeya Adem Geverî ya ku gotibû "Ez jî wekî ewladekî we, me digel HDPyê bona Kurdistanê hevpeymanek çêkir, emê pergaleke adil saz bikin. Heq, edalet û azadî gerîlla ye, Ocalan e" nîşan dide ku ew û rêxistin cuda hereket dikin lê armanca wan eynî ye."
Herwiha di îdianameyê da hat gotin ku berşik di axaftina xwe ya nabvorî da pesna çalakiyên terorîstan daye û sûcê propagandaya terorê kiriye û lazimê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê va bê cizakirin.