Haydar Şahin
31 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 01 Mijdar 2018
İSTANBUL
Teyareya bi koda "TK 2124" a Rêhewaya Tirkiyeyê ji bo sefera biterîfê ya ewil ji Balafirgeha Stenbolê rabû ku here Enqereyê.
Ji Balafirgeha Stenbolê ya ku di 29ê cotmehê da bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û hin serokên dewlet û hikûmetan hatibû vekirin teyareya biterîfe ya ewil di saet 11.32yan da rabû ku here Balafirgeha Esenboxayê ya Enqereyê.
Rêwiyên li gor teqwîma ku Rêhewaya Tirkiyeyê berê eşkere kiribû biletên xwe kirîbûn ji ber destê sibê pê va hatin Balafirgeha Stenbolê.
Cahît Turhanê Wezîrê Gihandin û Binesaziyê jî hat kontuarên check-înê û bilêta xwe ya temsîlî sitand. Wezîr Turhan di wê demê da bileta hin rêwiyan jî birî.
Paşê Wezîr Turhan derbasî bircê kontrola hewayê bû, telîmata rabûnê ya ewil da teyareyê û ji vê derê firîn teqîb kir.
Wekî mayîn Bîlal Ekşiyê Midûrê Giştî yê Rêhewaya Tirkiyeyê, Funda Ocaka Seroka Lijneya Rêveberiyê û Midûra Giştî ya Xebitandina Meydanên Hewayê ya Dewletê û Kadrî Samsunluyê Midûrê Giştî û Serokê Lineya Îcrayê ya Xebitandina Balafigehan a ÎGAyê jî bilêtên xwe sitandin û bi vê teyareyê derketin rêya Enqereyê.
Gelek endamên çapemeniyê jî di teyareyê da ne.