18 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku şaxa rêxistina terorê PKKyê ya Sûriyeyê PYD li herêmên di kontrola xwe da ji kuştina dijî nijadekî heya desteserkirinên keyfî, ji birina eskeriyê ya bi zorê heya mecbûrkirina koçê gelek mafên mirovan binpê kir.
Di rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) da tê destnîşankirin ku ji 2012an vir de ku hêzên rejimê vekişiyabûn û herêm ji PYDyê ra hiştibûn, PYD li bakur û rojhilatê bakurê welat gelek qetlîamên ku armanca wê "kuştina dijî nijadekî ye" pêk anî. Li gorî raporê li van herêmên ku piraniya niştecihên wê ereb in, li el- Agabeş, Til Brak, el-Haciye û Til Xelîlê yên ku li ser bajarê Hesekeyê ne di qetlîamên ku 2013 û 2014an da qewimîn da 7 jê jin, 17 jê zarok 91 sivîl hatin kuştin.
Di raporê da qala "desteserkirinên keyfî" jî hat kirin. Li gorî vê, hêzên PYDyê li deverên cuda cuda yên Hesekeyê kêmtirîn hezar û 651 kes bi awayekî keyfî girt. Tê gotin di navê da tevî ku zarokên 14 û 16 salî jî hene, hin kes bi zorê ji malbatên xwe tên veqetandin da ku beşdarî PYDyê bibin. Di raporê da hat destnîşankirin ku haya kesî ji aqûbeta van kesan tuneye.
Di raporê da cî dan binpêkirina mafên jinan jî. Li gorî vê, ji adara 2011an vir de 42 jin, bi guleagirkirina bêhemdê xwe an jî bi qesdî hatin kuştin. Di 13ê Îlona 2013an da jineke zewicî û 44 salî tevî 6 zarokên xwe li gundê el-Heciyeyê hatin kuştin. Dîsa di raporê da bal tê kişandin ku li Heseke, Qamişlo û Efrînê YPG bi darê zorê jinan tevî rêxistinê dike.
Li gorî raporê ji destpêka 2014an heya cotmeha 2015an 34 jê di emrê zarokan da 88 jin bi destê YPGyê hatin revandin.
- Binpêkirina mafên tirkmenan
Di rapora SNHRyê da cî dan wê pêzanînê ku di sibata sala borî da li Hesekeyê 100 malbatên tirkmen tûşî tundî, neheqî û zordestiyê hatin. Tirkmenên ku di raporê da cî dan hevpeyvînên wan, qal dikin ku pêşiyê mecbûr man ku di nava welat da koçî devereke cuda bikin û dû re jî ji ber zor û zehmetiyê mecbûr man ku xwe bispêrin Tirkiyeyê.
Herwisa di raporê da cî dan dîmen û wêneyên bûyerên binpêkirina mafên mirovan ên ku ji aliyê PYDyê va pêk hatin.