Nihat Kavşut
05 Gulan 2018•Rojanekirin: 06 Gulan 2018
KAYSERÎ
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan: "Hin kes fitne û fesadiyê dikin. Ev çi ye hûn dizanin? 'Ez ê raya xwe bidim serokomar, lê di parlamantoyê da raya xwe nedim AK Partiyê.' Hûn ji tiştekî wiha ra çi dibêjin? Tiştekî wiha dibe? Hûn hene ku em vê lîstikê jî xera bikin? Ev lîstik û ev dezgeh... Hûn fehm dikin ku kî hene. Înşeallah em ê çeteya munafiqan di 24ê Hezîranê da bi hev ra binax bikin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Kayseriyê xitabî gel kir.
Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser hilbijartinê û wiha got: "Hin kes fitne û fesadiyê dikin. Ev çi ye hûn dizanin? 'Ez ê raya xwe bidim serokomar, lê di parlamantoyê da raya xwe nedim AK Partiyê.' Hûn ji tiştekî wiha ra çi dibêjin? Tiştekî wiha dibe? Hûn hene ku em vê lîstikê jî xera bikin? Ev lîstik û ev dezgeh... Hûn fehm dikin ku kî hene. Înşeallah em ê çeteya munafiqan di 24ê Hezîranê da bi hev ra binax bikin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku em bi berhem û xebatên xwe derdikevin hemberî gel û got ku ez nizanim namzedê mixalafeta sereke bi çi li hember gel e?
Erdogan bal kişand ser pêvajoya eşkerekirina namzedên muxalefetê û wiha got: "Bi hefteyan gel birin û anîn. Gotin ban, derî û şibake, lê dawiyê di siyasetê da biryar dan."
Serokomar Erdogan diyar kir ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê hetanî nika 4 hezar û 406 terorîst hatin berterefkirin.
Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "40 sal e kesên ku nikarin Tayyîp Erdogan tevî gel ji rêya heq dûr bixin wê di 24ê Hezîranê da jî bi ser nekevin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan wiha got: "Ka li helwest, hesab û taktîkên mixalefeta sereke û yên ku pê re tevdigerin ên ji bo namzediya serokomariyê, transferên parlementeran û lêgerînên îtifaqê binihêrin. Lîstika di nav lîstikê de. Tekan tiştê ku dê hûn bibin hevnegirtin, bêprensîbî û bêrêziya gel e."
Serokomar Erdogan bal kişand ser îtifaqa hilbijartinê û wiha peyivî: "Em bi îtifaqa hilbijartinê ya ku me bi MHPyê re ava kir û BBPyê jî piştgirî dayê derketin pêşberî gelê xwe. Duh serlêdana fermî ya namzediya me hat kirin. Rihê Yenîkapiyê giherî "Îtifaqa Cumhur". Niha çi heye? Îtifaqa Cumhur heye. Gelo em di Îtifaqa Cumhur de nebûn yek? Lewra hewcehiya umetê bi vê hebû, niha em çi dikin. Êdî ji cudahiyê re bes e, êdî wextê yekîtiyê ye."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ciyê ku xizmetên me gihîştinê xeyalên wan nagihêjê.
Serokomar Erdogan serokê mixalefeta sereke rexne kir û wiha got: "Merivê li serê mixalefeta sereke dibêje 'neçin Efrînê'. Begefendî heke tu li serê vî welatî bibûyayî, Xwedê neke, kî dizane gelo îro li Hatayê, Kilîsê, Şanliurfayê, Gazîentabê çi dibû? Kî welatê me tacîz bike em li bendê nasekinin û diavêjin ser wan."
Erdogan der barê notên saziyên nirxandinê da wiha got: "Hûn lê dinêrin saziyeke derecekirinê ya bi navê S&P biryarên siyasî hildide û ji bo me dibêje ku paş ketine. Hedê xwe bizane hedê xwe. Tirkiye li ku hûn li ku? Me jixwe ev qewirandin, êdî endamtiya me jî ji wan re tune lê digel vê rehet nasekine. Dîsa çi dikin? Notê didin Tirkiyeyê. Ma hedê te ye? Tu ne mamosteyê vê polê yî, li cihên ku tu mamosteyê wan î binêre."
Serokomar Edogan wiha got: "Bila her kes ên di tûrika xwe de derxîne holê. Bila gelê me li hemûyan binêre û li gor wê biryarê bide. Va ye meydan va ye gel."