18 Sibat 2018•Rojanekirin: 19 Sibat 2018
ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê (TSK) ragihand ku ji detpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha 1614 terorîst hatin berterfkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn, ji destpêka operasyonê heta niha 1614 terorîst hatin berterefkirin.
- Topxaneyan mewziyên terorê yên li Efrînê didin ber topan
Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê a Artêşa Tirkiyeyê (TSK) da topxane mewziyên terorê yên li hemberî navçeyên Hatayê Reyhanli, Kirikhan û Hassayê didin ber topan.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê li hidûd û herêmê ji bo ewlekarî û îstiqrarê, li herêma Efrînê jî ji bo berterefkirina terorîstên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞî û herwisa ji bo ku xelkê herêmê yê dost û bira ji zilm û zordestiya rêxistinên terorê xelas bike di 20ê rêbendanê da dabû destpêkirin, berdewam e.
Di çarçoveya operasyonê da yekîneyên li navçeyên Kirikhan, Hassa û Reyhanliyê yên nêzîkî sînor, mewziyên terorîstan ên li Efrînê dan ber topan.
Di vê navberê da bo yekîneyên li ser sînor sewqiyata eskerî ya tang, personelguhêzên zirxpoş û wesayîtên sivik ên zirxpoş dewam dike.