13 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2016
ANKARA
Ayhan Bîlgenê Berdevkê HDPyê destnîşan kir ku wê HDP di 15-16ê Cotmehê da li Enqereyê bicive û ji bo polîtîkayên partiyê yên pêşrojê nexşerêyekê dayne.
Bîlgen der barê xebatên HDPyê yên teze da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Bîlgen diyar kir ku HDP ji bo nexşêraya xwe eşkere bike wê di 15-16ê Cotmehê da li Enqereyê bi beşdarbûna hevserokên hemû bajaran, parlementer û endamên Meclisa Partiyê bicive û got ku wê Hevserokên Giştî yên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag serokatiya civînê bikin.
Bîlgen diyar kir ku di civînê da li ser mijarên di rojeva Tirkiyeyê, helwesta polîtîk a partiyê û meseleyên partiyê da xeber bidin û ji bo polîtîkayên partiyê yên pêşerojê nexşerêyekê daynin.
Wek mayîn wê di 15ê Cotmehê da ku salvegera damezirandina partiyê ye ji xeynî kongreyan şaxên partiyê jî bên bal hev.