AZEZ
Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da li rojavayê Efrînê gundê Hec Bîlala ku li ser beldeya Şêx Hedîdê ye, ji PYD/PKKê xelas kir.
Li gor agahiya ku nûçegihanên AAyê yên li herêmê ragihandin, Artêşa Tirkiyeyê û hêzên ASAyê li rojavayê Efrînê, beldeya Şêx Hedîdê operasyonan didomîne.
Di operasyonan da gundê Hec Bîlalê ku di bin dagîrkeriya PYD/PKKê da ye, ji terorîstan hat safîkirin.
Hec Bîlal li cihekî bilind e û rêyên ku diçin navenda beldeya Şêx Hedîdê pê va dixûyên.
Artêşa Tirkiyeyê û hêzên ASAyê ji destpêka operasyonê heta niha li pênc beldeyên Efrînê yek jê navenda beldeyê, 21 jê gund, yek jê mezre û 9 jê çiyayên stratejîk an jî gir bi tevahî 31 herêm ji destê rêxistinê derxistin.Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da li bakurê Efrînê Çiyayê Huruzê ji destê PYD/PKKya rêxistina terorê derxist û rizgar kir.
Li gor agahiya ku nûçegihanên AAyê yên li herêmê ragihandin, Artêşa Tirkiyeyê û hêzên ASAyê li bakurê Efrînê, herêma Bilbilê Çiyayê Huruzê yê stratejîk bi şev bi operasyoneke serkeftî kontrol kir.
Bi hildana Çiyayê Huruzê va li navenda beldeya Bilibilê ewlehî çêbû. Li nêzî çiyê ser hedefên terorê operasyon dewam dikin.
Artêşa Tirkiyeyê û hêzên ASAyê ji destpêka operasyonê heta niha li pênc beldeyên Efrînê yek jê navenda beldeyê, 20 jê gund, yek jê mezre û 9 jê çiyayên stratejîk an jî gir bi tevahî 31 herêm ji destê rêxistinê derxistin.
Herêmên ku ji destê rêxistinên terorê hatin derxistin wiha ne:
"Navenda beldeya Bilbilê jî tê da gundên Şengal, Zehran, Balî Koy, Kurnî, Hay Oglu, Heftar, Ursa, Bak Ubasî, Elî Kar; Çiyayê Huruzê, Çiyayê Darmikê, Çiyayê Kurniyê û mezreya Kurdo. Li beldeya Racuyê Çiyayê Eyn Batmanê, gundên Edamanlî, Eli Bekkî, Bîlal Koy, Omer Uşagi, Mamel Uşagi, Silêman Xalîl, Satî Şagî û Alkana, Girê 915emîn û Girê 740emîn. Li beldeya Şêx Hedîd Girê Şêx Hedîd, gundê Kara Mîtlakê. Li beldeya Cinderesê gundê Hammamê û Girê Mersîdesê. Li beldeya Şeranê Çiyayê Burseyayê û gundê Kastel Cundo."
-Li Sûriyeyê di nav sînorên kêmkirina rageşiyê da ber bi êvarê êrîşî gundê Xan es-Subul û Masaranê kirin û di êrîşan da 16 sivîl hatin kuştin.
Midûrê Parastina Sivîlan a Îdlibê Mistefa Hac Ûsiv daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di meha dawîn da êrîş zêdetir bûn.
Ûsiv got ku îro navçeya Seraqîb, gundên Tel Merdih, Serce, Keferamîm, Masaran û Xan es-Subulê hatin bombebarankirin û wiha hat gotin: "Rejima Beşşar Esed ber bi êvarê li gundê Xan es-Subulê bi bombeya warîlê va êrîş kir û di êrîşê da 9, di êrîşa li ser gundê Masaranê da jî ji heman malê 7 sivîl hatin kuştin."
Di êrîşên ku duh nîvro birin ser Îdlibê da jî 7 sivîl hatibûn kuştin.
Herêma kêmkirina rageşiyê ya Îdlibê du mehên dawîn in ku rastî êrîşên esmanî tên. Tenê di meha rêbendanê da 211 sivîl mirin, hezar û 447 sivîl jî birîndar bûn.
Îdlibê dikeve bakurê Sûriyeyê û li ser sînorê Sûriye û Tirkieyeyê ye. Îdlib di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da wek "herêma kêmkirina rageşiyê" hatibû îlankirin. Herêm di bin kontrola mixalifên leşkerî û komên çekdar ên li dijî rejimê ne da ye. Herêm hê rastî êrîşên rejima Esed û car caran jî t-rastî êrîşên Rûsyayê tê.
-Artêşa Tirkiyeyê cihên ku esker di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de lê şehîd ketine, yên di bin dagirkirina rêxistina terorê de ne bi topan va bombebaran dike.
Obusên Firtineyê yên li ser sînor, hedefên PYD/PKKya rêxistina terorê yên ku li herêma Çiyayê Darmikê tesbît kirine bombebaran dike.
Hedefên terorê yên li herêma tê bombebarankirin, hatin îmhakirin.
Li herêma ji şevê pê va dengê pevçûnan tê bihîstin.
Dû û dumana hedefên tên îmhekirin dikişe ji gundên Kilîsê yên li ser sînor ve tê dîtin.
- Hat ragihandin ku hejmara terorîstên ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha hatine berterefkirin derket 932an.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Sererkaniyê hat dayîn da hat gotin, ji bo ku li hidûd û herêmê ewlehî û îstiqrar bê bidestxistin, li herêma Efrînê ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê terorîstên endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê bên berterefkirin, ji bo ku gelê herêmê ji zilm û tehdeya endamên rêxistina terorê xilas bibin 20ê kanûna paşîn di saet 17.00an de "Operasyona Çiqlê Zeytûnê" da destpêkirin û operasyon dewam dike. Di çarçoveya operasyonê da 5 hedefên ku wek sitargeh, parêzgeh, depoyên muhîmatê û kozikên çekan dihatin xebitandin, hatin îmhakirin.
Li gor daxuyaniyê jetên ku beşdarî operasyonê bûn, sax û silamet vegeriyan baregehên xwe. Li gor agahiya ku ji herêmê hat hildan, 35 mensûbên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Ji destpêka operasyonê heta niha 932 terorîst hatine berterefkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyon di çarçoveya mafên Tirkiyeyê yên ji hiqûqa navneteweyî derdikevin, mafê xweparastina meşrû ya ku di madeya 51emîn a peymana Neteweyên Yekbûyî û biryarên eleqedar ên KENYê yên der barê têkoşîna dijî terorê de bi rêzgirtina yekîtiya axa Sûriyeyê tê kirin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di dema plankirin û îcrakirina herekatê de tenê terorîst û sitargeh, hêwirgeh, kozik, çek, wesayît û amûrên wan hedef tên girtin, ji bo ku kesên sivîl/mesûm zirarê nebînin gelekî baldar in û hesasiyet nîşan didin.
news_share_descriptionsubscription_contact
