20 Nîsan 2017•Rojanekirin: 21 Nîsan 2017
ANKARA
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Sadî Guven der heqê rexneyên piştî biryara lijneyê ya redkirina serîlêdana betalkirina dengdayîna gel da wiha got, "Ezê bersiv nedim. Ez ne siyasî me, ez dadger im."
Dema ku Guven hat avahiya YSKyê, li ber derî jê pirsîn ka gelo ji bo rexneyên piştî biryara lijneyê ya ku serîlêdana CHP, HDP û Partiya Watanê dixwastin dengdayîna gel were betalkirin û wan jî red kir tu gotineke wî heye an na. Sadî Guven jî wiha bersiv da, "Ezê bersiv nedim. Ez ne siyasî me, ez dadger im."