20 Adar 2016•Rojanekirin: 21 Adar 2016
İSTANBUL
Ji bo qefaltina 3 terorîstên ku tê îdiakirin endamên DAEŞa rêxistina terorê ne û plana çalakiya sansasyonel dikin, hemû midûriyên ewlekariyê yên bajêr li seranserê Tirkiyeyê dest bi xebatê kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê hildan, yekeyên ewlekarî û îstîxbaratê tespît kir ku 3 terorîstên ku tê îdiakirin endamên DAEŞa rêxistina terorê ne, plana çalakiya sansasyonel dikin.
Hat eşkerekirin ku wêneyê terorîstên ku nasnameya sexte bikartînin bi çapemeniyê ra hat parvekirin û navê wan jî Haci Alî Dûrmaz, Yûnûs Dûrmaz û Savaş Yildiz e.