Zanist û teknolojî

"Evîna 1500 salî" di bin parastinê da ye

Li Bîgaya navçeya Çanakkaleyê "merzelê 1500 salî" ku di kolanên li Bajarê Antîk Parionê da hat dîtin, bi piştgiriya sponsorê sereke yê kolanê va hildan bin parastinê û veguhastine arkeoparkê.

Önder Beyter  | 25.09.2018 - Rojanekırın : 26.09.2018
"Evîna 1500 salî" di bin parastinê da ye

Canakkale

ÇANAKKALE 

Li Bîgaya navçeya Çanakkaleyê merzelê 1500 salî ku di kolanên li Bajarê Antîk Parionê yê li gundê Kemerê da hat dîtin û tê texmînkirin ku yê du dildaran e, wekî "çîroka evîneke bêdawî" hildan bin parastinê û veguhastin kirin arkeopark.

Serokê Heyeta Kolana Bajarê Antîk Parionê û Endamê Hîndekariyê yê Beşa Arkeolojiyê yê Zanîngeha Ondokuz Mayisê Prof. Dr. Vedat Keleş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew, kolanên xwe ku ÎÇDAŞ AŞ sponsorê wê yê sereke ye, didomînin.

Keleş diyar kir ku di van kolanan da di sala 2011an da merzelek hat dîtin ku tê texmînkirin yê du dildaran e û wiha dewam kir, "Ev îskeletên ku hevdu hemêz kiribûn, di encama lêkolînê da derket holê ku 1500 salî ne."

Keleş axaftina xwe wiha domand, "Me ev der di 2010an da tesbît kir û me di sala 2011an da jî dest bi kolanê kir. Di kolanên me yên sala 2011an da jî şapela Bîzansa Paşîn hat derxistin. Lêbelê ya ku kir, ev şapel navdar û girîng be, du merzel bûn ku di kolanê da hatin derxistin. Ji merzelan yêk jê ya merivekî tenê ye û li tanga singê merivî di merzel da jî xaçek heye."

Keleş bal kişand ku di merzelê din da jî du kes hene û wiha pê da çû:

"Li gorî agahiya ku antropologan da me, ev merzel yê du dildara e ku hevdu hemêz kirine. Ji ber ku di merzel da du kesên hevhemêzkirî hebûn, serokê serdemê yê kolanê gotibû ku em navê 'Şapela Dildaran" bidin vê derê. Herçiqas ev, şapela Bîzansa Paşîn be jî me îronî kir û navê Şapela Dildaran dayê. Lêbelê em paşê hîn bûn ku li vê derê, ji vî ciyî ra dibêjin 'Girê Evîndaran'. Piştî merzel, li vê derê di serdema Bîzansa Paşîn da şapelek hatiye çêkirin. Di rastiyê da bêyî ku haya me pê hebe, me ew yek derxist holê ku li vê derê çîroka evînekê heye û herwiha me berateyên vê evînê jî derxistin holê. Me jî xwest ku em hem vî merzelî û hem jî vê evînê hildin bin parastinê. Me destxwera serî li sponsorê me yê sereke ÎÇDAŞê da. Sponsorê me jî helwesteke erênî nîşan da. Me jî dest pê kir, planên wê xêz kirin û me ev der veguhast û kir arkeopark."

Keleş bal kişand ku bi vê xebatê va ciyê ku jê ra "Şapela Dildaran" tê gotin, hem li baqiyeya çanda herêmê û hem jî ya welêt hat zêdekirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.