İbrahim Atmaca
08 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2018
QUDS
Eskerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ku di bin îşxalê da ye, 19 Filistînî binçav kirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, li çend herêmên Şerîeya Rojava bi şev operasyon hatin kirin û di operasyonan da bi îdiaya ku "tevî çalakiyên terorê bûne" 19 Filistînî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Filistînî ji bo îfadeyê sewqî navendên binçavkirinê yên li herêmê kirin.
Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê timî davêje ser malan û bi îdiayên curbecur va Filistîniyan binçav dike.
Li gor daneyên Cemiyeta Hêsîrên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da jin, zarok jî di nav da nêzî 6 hezarî Filistînî hene.
Îsraîl bi navê "girtîbûna îdarî" va Filistîniyan li gor îstixbaratê di navbera mehek û 6 mehan da digre. Heke biryar were dayîn ku girtî ji bo "Ewlehiya Îsraîlê talûke ye" hakimê eskerî bêyî ku sûc îsnad bike dikare maweya girtîbûnê heta 5 salan dirêj bike.