Tirkiye

Esed û YPG/PKKyê ser"xweseriyê" li hev nekir

Di civîna YPG/PKKya rêxistina terorê û rejima Esed da rejimê di mijara xweseriyê da paşve gav avêt.

16.08.2018 - Rojanekırın : 17.08.2018
Esed û YPG/PKKyê ser"xweseriyê" li hev nekir

Haseke

HESEKE/ANKARA

Derket holê ku di civîna YPG/PKKya rêxistina terorê û rejima Beşşar Esed da ya ji bo birêvebirina qadên di bin dagiriya rêxistinê da hat lidarxistin rejimê ji bo xweseriyê paşve gav avêt û li ser vê jî rêxistinê pêşniyaza "hikûmeta biçûkirî" li rejimê kir.

Pêr li Şamê ji alî rejima Esed heyetek û heyeteke qaşo ji Konseya Sûriyeya Demokratîk a ku YPG/PKKyê damezrandibû bi rojeva "xweseriya îdarî" va hatin bal hev.

Li gor agahiyên ku çavkaniyên ewle yên li herêmê dan nûçegihanê AAyê hevdîtina duyemîn a ku bi qasî piştî 3 hefteyan hat kirin, baş derbas nebû.

Li gor çavkaniyan rêxistina terorê xwest ku bila bakurên Sûriyeyê yên di bin dagiriya rêxistinê da ne ji hêla Konseya Sûriyeya Demokratîk va bê birêvebirin û ji bo vê israr kirin.

Ji ber tevgera heyeta rêxistinê jî heyeta rejimê xwest ku bila hemû herêm di bin îdareya wan da bimînin.

Li ser nelihevkirinê civîn bi dawî bû û herdu alî jî bi armanca ku wê di civîna sêyemîn da bên bal hev ji hev veqetîn.

Îdiaya pêşnûmaya "Hikûmeta biçûkirî"

Di pêşnûmaya ku YPG/PKKyê di civînê da danî pêş heyeta rejimê da got ku deverên dagirkirî bila dîsa axa Sûriyeyê bin lê bi pergala wek "hikûmeta biçûkirî" binav dikin va ew bi xwe birêva bibin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda di pêşniyaza "hikûmeta biçûkirî" da YPG/PKK dixwaze di qadên aborî, karên navxweyî, çandinî, darayî, çand, perwerdehî, tenduristî û malbatê da xwedî gotin be. Karên Derva yên herêma mixtariyetê jî wê teslîmî hikûmetê bê kirin.

Heyeta YPG/PKKyê di dawiya meha borî da jî çûbû Şamê û di mijarên wek şirîkatiya qadên eskerî, aborî, mixtariyet, entegrasyon û hevkariya li dijî Tirkiyeyê da hevdîtin kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.