16 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2016
ANKARA
Nîmetullah Erdogmuşê parlementerê HDPê yê Diyarbekirê ku serê sibê hatibû binçavkirin, serbest hat berdan.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê sitandin, Nîmetullah Erdogmuş bi destê ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê serê sibê hatibû binçavkirin.
Hat ragihandin ku piştî karûbarên li ewlekariyê Erdogmuş ji kontrola tenduristiyê derbas bû û sewqî dadgehê kirin.
Dadgehê Erdogmuş serbest berda.