Önder Beyter
14 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2017
ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo 79 berşikên ku 78 jê personelê berê yê Wezareta Darayiyê yên îxrackirî ne û yek jê jî xebatkarekî li ser kar e, biryara binçavkirinê da. Di operasyona hevdem a li 26 parêzgehan da 24 berşik hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Darayiyê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê ji bo desteserkirina 79 berşikên ku 78 jê personelê berê yê Wezareta Darayiyê yên îxrackirî ne û yek jê jî xebatkarekî aktîf ê wezaretê ye û herwiha Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna FETOyê da ji bo wan biryara binçavkirinê dabû, li 26 parêzgehan ber destê sibê operasyoneke hevdem dan destpêkirin.
Di vê çarçoveyê da ji berşikan 24 kes bi destê ekîban hatin girtin.
Hat tesbîtkirin ku hema bêje hemû berşikan bernameya peywendiya nehênî ya rêxistinê "ByLock" emilandiye, di dema peywira xwe da agahiyên Wezareta Darayiyê dane rêxistinê, li Bank Asyaya ku hat girtin hesabên wan hene û hin wan jî ji aliyê rêxistinê va hatine zewicandin.
Eşkere bû ku xebatên desteserkirina berşikên mayîn berdewam in, berşikên ku li parêzgehên din tên girtin jî wê bo Enqereyê bên veguhastin.