15 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2018
ANKARA
Ji bo 30 gumanbarên di şaxa eskerî ya mehrem a Rêxistina Terorê ya Fetulahî /Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) da hatiye tesbîtkirin ku li ser têlefonên biankesor axivîne û der heqê wan da biryara binçavkirinê hatiye dayîn, seba girtina wan li 13 bajarên ku navend Enqere ye, operasyon dan destpêkirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna li ser tesbîtkirinê ya ku endamên FETO/PDYê yên di bin banê Artêşa Tirkiyeyê da xwe veşartine, li ser têlefonên bikontor û biankesor axivîne da der heqê 30 gumanbaran da biryara binçavkirinê da.
Di çarçoveya lêpirsînê da ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Organîze ya Midûriya Emniyeta Enqereyê, ji bo girtina gumanbaran Enqere navend li Edene, Amasya, Batman, Bursa, Eskîşehir, Stenbol, Îzmir, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Kutahya û Samsunê serê sibê di heman demê da operasyon dan destpêkirin.
Temamiyê gumanbaran bi biryarnameya ku ku hejmata nimreya wê 701 e va ji kar hatine îxrackirin û hat gotin ku dema dixebitîn serpel bûne.
Ji gumanbaran 4 kes jî pîlot bûne.