Haydar Şahin
14 Îlon 2018•Rojanekirin: 14 Îlon 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Ya rastî nika ez li ber sînorê sebrê me û ev jî heta ciyekî dibe. Lewra em nikarin ji lomên mêtinê ra bêjin ser seran."
"(Zêdebûna kurên dowîzê) Me got dibe ku ji ber nediyariya beriya hilbijartinê guherîneke wiha çêbû. Ligel vê em nikarin geşedanên paşê derketin jî bi heman nêrînê binirxînin. Dowîzê ku di tîrmehê da di heman astê da bû di tebaxê da nişkêva derkete asta 7 lireyî, ev bi tena serê xwe jî delîlê hewla sûîqesda aboriyê ye."
(Zêdebûna kurên dowîzê) Me bersiv neda daxwazên bêrêziyê yên ku qesdî desthilatdariya welatê me dikin, ên rêveberiya Amerîkayê ji ber vê encameke wiha derket pêşiya me, ev jî nîşan dide ku mijar serî hetanî binî siyasî ye. Mijara ku li Tirkiyeyê qewimî nîşan da ku êdî li dinyayê ewlehiya aborî û siyasî ya tu welatî nemaye."
"Her tim zêdekirina faîzê dianîn rojevê Bankeya Navendî bi rêjeyeke mezin faîz zêde kir. De dibêjin 'Serxwebûn', kerem bikin 'Serxwebûn'. Em ê nika encama serxwebûnê bibînin."
"(Welatiyên li devayê welêt) Ez bang dikim ku bira sertîfîkayên kirê, tehwîlên ewro û zêran yên ku dahatê tînin bira binirxînin."
"Kesên ku îxracatê û îtxalatê nekin divê karê wan bi dowîz re nebe. Ez bangî welatiyên xwe dikim, bi pereyê xwe û yê me ewle bibin."
"Dixwazin ji ser kurên dowîzê ra li Tirkiyeyê bixin dibê em bi îstixdam, hilberîn û îxracatê va vê vegerînin avantajê û bersiva xwe bidin."
"Ne di pirtûkên xwendingehan da ne di tenduristiyê da ne di derman da ne jî di xizmetên din da tengasiyek heye."
"Dibê di hemû teserûfan da ji dowîzê vegerin lireyê Tirkiyeyê û berê xwe bidin amûrên fînansê yên qîmeta wan bi pereyê me hatine eşkerekirin."
"Înşallah em ê xebatên tesbîtkirina namzedan hinekî pêşda hildin û li gor wê xebatên xwe bimeşînin."
"Ji bîr nekin gotinek heye dibêjin 'bazirganên muflîs li defterên berê dinihêrin." Yên ku neşiyan me li seheyê û ser sindoqan têk bibin gazî rêxistinên terorê, derbekaran kirin. Me bi gelê xwe re ev lîstik jî dît."
"Tirkiye ew ê di demeke kin da ji vê pêlê xilas bibe. Lêbelê kesên kêmfirsend jî kesên fedakar jî ew ê neyên jibîrkirin."
"Yên ku hewl didin bi rêxistina terorê re bibin namzed, bila qusirê nenêrin ji me tu helwesteke demokratîk nabînin."
"Ev heyameke wisa ye ku me kesên kêmfirsend û embarker ên li milet û dewleta xwe îxanetê dikin hem jî kesên îmkanên xwe seferber dikin veberhênanê dikin, hilberînê zêde dikin, îstixdamê didomînin tesbît kirin. Ev rojên wisa ne ku kesên beriya berjewendiyên xwe berjewendiyên milet û welêt difikirin ji yên din cuda dibin. Em nika wan zehf baş nas dikin."
"Me di hilbijartinên 24ê hezîranê, Serokomariyê da û li meclisê bi MHPyê ra îtifaq kiribû. Di hilbijartinên herêmî da jî gelo îmkaneke wiha dîsa çêbibe yan na, em ê binêrin. Eger îmkaneke wiha çêbibe em ê vê binirxînin. Di îtifaqa Serokomariyê de çi bû, dibe ku îmkan çêbe em di hilbijartinên herêmî da jî heman tiştî bikin."