Serokomar Erdogan: "Bûyerên li Xezeyê diqewimin sûcên mirovahiyê ne, divê ji failan hesab bê pirsîn"

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Bûyerên li Xezeyê diqewimin sûcên mirovahiyê ne, divê hesabê wan li ber hiqûqa navneteweyî ji failan bê pirsîn."
Erdogan Civîna Çalakiya Avûhewayê ya Dinyayê da axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir Tirkiyeyê di hemû qeyranan da piştgirî daye aştiyê û ji bo çareseriya adil û heq xebitiye.
Erdogan der barê êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da destnîşan kir bûyerên li Xezeyê diqewimin sûcên mirovahiyê ne û got ku divê hesabê wan li ber hiqûqa navneteweyî ji failan bê pirsîn.
Serokomar Erdogan diyar kir ji ber êrîşên Îsraîlê piranî jin û zarok ji 16 hezarî zêdetir sivîlên mesûm yên Filistînî hatin kuştin û got ev bi tu awayî nabe ku meşrû bê nîşandan.