Haydar Şahin
28 Nîsan 2018•Rojanekirin: 28 Nîsan 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Orgeneral Joseph Dunfordê Sererkanê Amerîkayê li ser têlefonê bi Orgeneral Hulusî Akarê Sererkan ra axivî.
Mîralay Patrîck Ryderê Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku Dunford û Akar li ser têkiliyên dualî, rewşa Sûriyeyê û Rojhilata Navîn axivîn.
Ryder di daxuyaniya xwe da wiha got:
"Xêncî mijarên hevpar herdu sererkan li ser rewşa ewlehiya Sûriye û Rojhilata Navîn sekinîn. Wekî mayîn ji bo fikarên ewlehiya neteweyên me jî li ser rêyên qewînkirina têkiliyan axivîn."
Ryder destnîşan kir ku Dunford û Akar gelek caran axivîn, fermadarên herdu welatên mitefîqên NATOyê bi pergal bi hev ra diaxivin û têkiliya xwe didomînin.