Haydar Şahin
28 Îlon 2018•Rojanekirin: 30 Îlon 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku Şaziye Oktaya 83 salî ya diya Fuat Oktayê Alîkarê Serok Recep Tayyîb Erdogan li mala xwe ya li Stenbolê mir.
Li gor agahiyên hatin sitandin, Şaziye Oktaya diya Fuat Oktay îro li mala xwe ya li Stenbolê wefat kir.
Oktayê ku xebera mirina diya xwe li Çekereka navçeya Yozgatê hilda bernameyên xwe yên piştî nîvro betal kir û biryar da ku derbasî Stenbolê bibe.
Hê agahî nehat dayîn ku gelo karûbarên nimêja cinazeyê û binaxkirinê wê li ku derê û kîngê werin kirin.