İbrahim Atmaca
24 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Endama Hîndekariyê ya Makezanista Tenduristî û Nexweşiyên Zarokan a Fakulteya Tibê ya Stenbolê ya Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Ayper Somer got, "Omega-3 di hinartina navbera firşên mêjî da asîdeke rûn a pir girîng e. Ji ber vê yekê di kêmasiya wê da zîrekî an jî fehm û feraset tam çênabe."
Ji bo di tenduristî û serkeftina zarokan da destnîşankirina rola Omega 3ê ji aliyê EasyVit®ê û bi piştgiriya Weqfa Koruncukê va çalakî hat lidarxistin û Somer tê da axivî. Somerê diyar kir ku rûnê masiyan di xurtbûna pergala firş û xweparastinê da pir girîng e.
Somerê diyar kir ku ji sedî 20ê rûnên mêjî ji Omega-3yên ku jê DHA dibêjin pêk tê û wiha dewam kir:
"Omega-3 di hinartina navbera firşên mêjî da asîdeke rûn a pir girîng e. Ji ber vê yekê di kêmasiya wê da zîrekî an jî fehm û feraset tam çênabe. Dizarokatiya me da hin ji bo xurtbûna zîrektiyê him jî ji bo parastina ji nexweşiyan timî bi me rûnê masiyan didan xwarin. Vê tabletên van ên weke jelê derketine. Bi taybetî divê di temenê ku zîrekî tê da zû çêdibe da were bikaranîn û di vî temenî da bikaranîna Omega-3ê him seba xurtbûna zîrekiyê him seba pergala xweparastina bedenê pir kêrhatî ye. Meriv dikare zivistanê bide zarokên ku timî nexweş dikevin. Divê meriv bi têra xwe Omega-3ê bixwe û li gor lêkolînan zarokên ku dereng hîn dibin, piştî xebitandina Omega 3ê hînbûna wan ji sedî 30 zêde dibe."