29 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2018
ANKARA
Di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da di hefteyeke dawîn da 20 terorîst hatin berterefkirin, 757 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di çarçoveya têkoşîna rêxistinên terorê da hêzên ewlehiyê di 22-29ê cotmehê da 2 hezar û 614 operasyon kirin.
Di operasyonan da ji ber ku alîkarî û piştevanî dane rêxistinên terorê, bi rêxistinan ra têkiliya wan heye 757 kes ji ber sûcên terorê (PKK/KCK 186, çepgir 26, DEAŞ 67, FETO/PDY 478), ji ber sûcên hişbir û qaçaxcîtiyê 4 hezar û 952, di çarçoveya têkoşîna koçberiya bêdestûr da 205, bi tevahî 5 hezar û 914 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên ewlehiya navxweyî da 20 (5 kuştî, 7 sax, 8 teslîm) terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonan da li 3 bajaran 4 şikeft û stargeh û parêzgeh hatin xerabkirin. 5 teqemeniyên destçêkirî û mayîn hatin îmhakirin, 25 bombeyên destan, 54 kîlo teqemenî, 16 jê giran û lûledirêj bi tevahî 19 çek û 783 muhîmatên curbecur hatin bidestxistin.
- Operasyonên hişbirê
Di 3 hezar û 436 operasyonan da tonek û 130 kîlo hişbir, 2 hezar û 190 eczayên sentetîk, 3 milyon û 47 hezar û 785 hebên hişbirê, 6 hezar û 271 kokên kirkirkê, 121 hezar û 200 lître sotemeniya qaçax û 261 hezar û 277 pakêt cixareya qaçax hatin bidestxistin.