İbrahim Atmaca
09 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2018
CAKARTA
Hejmera kesên ku di erdhej û tsunamiya li Grava Sulawesiyê ya Endonezyayê da mirin derket 2002yan.
Li gor nûçeya Antaraya ajansa Endonezyayê, rayedarên eskerî yên li herêmê diyar kirin ku di erdhej û tsunamiya ku di 28ê îlonê da çêbû û heta niha, hejmara miriyan derket 2002yan.
Rayedaran diyar kir, ji kesên ku di erdhejê da mirin hezar û 68 jê li 3 gorên komî yên li deverên cuda hatin definkirin, 934 kes jî ji aliyê malbatên wan va hatin definkirin.
Li herêmê hejmara birîndaran jî 4 hezar û 84 kes in û li herêmên Palu, Donggala û Siriyê ku erd lê hejiya, 67 hezar û 310 avahiyan zirar dît.
Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afata Neteweyî ya Endonezyayê (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho diyar kir ku ditirsim hejmara miriyan zêdetir be û li herêma afatê ji 5 hezarî zêdetir kes winda ne.
Saziya Meteorolojî, Evûhewa û Jeofîzikê ya Endonezyayê (BMKG) daxuyand ku 5 kîlomêtre li aliyê bakurê rojhilata Paluyê, 10 kîlomêtre di bin erdê da bi lerza 5,2yê erd hejiya.
Nugroho bang kir ku dibêjin piştî erdhejê mirî hene û li herêmê xesar çêbûye û li ser medyaya civakî dîmen tê parvekirin, bira kes bawer neke, ev dîmen yên erdheja ewil e.
Rayedar alîkariyê dişînin herêmê, lê kesên ku li deverên çiyayî dijîn, tengasiya av û xwarinê dikşînin.
Tê payîn ku li herêma erdhejê xebatên lêgerîn û xelaskirinê jî roja pêncşemê bi dawî bibin.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) diyar kiribû ku di 28ê îlonê da li bakurê Endonezyayê di Grava Sulawesiyê da 27 kîlomêtre aliyê bakurê Korfeza Paluyê bi lerza 7,5ê erdhej çêbûbû.
Piştî erdhejê tsunamiyê li bajarên Dongala û Pauloyê xistibû.
Endonezya li xeta erdhej û agirîn a Xala Agir a Pasîfîkê ye. Di 26ê berfanbara 2004an da li herêmê erd bi lerza 9,1ê hejiyabû, piştî erdhejê tsunamî rabibû û li tevahiya welatên herêmê 230 hezar kes miribûn.
Endonezya ji 17 hezar û 500 giravî pêk tê û 3,8 milyon kes li herêmên tsunamiyê û kêmzêde 148 milyon û 400 hezar kes jî li herêmên erdhejê dijîn.