05 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Derhênerê Îranî yê navdar Kiyarustemî li Parîsa paytextê Fransayê 76 salî mir. Kiyarustemî Xelata Palmiyeyê ya Zêr standibû û ev demeke dirêj bû ji bo tedawiya pençereşê çûbû Fransayê.
Li gor nûçeya IRNAya ajansa Îranê ya fermî Kiyarustemiyê xwediyê gelek xelatan ji bo tedawiya pençereşê li Parîsê bû, mir.
- Xelata Palmiyeyê ya Zêr hildabû
Kiyarustemî derhênerekî ji hereketa nû ya Îranê bû.
Ebbas Kiyarustemî bi fîlma "Sêsika Kokerê" dihat nasîn. Ev fîlm "Mala Hevalê Min Ku Derê ye", "Û Jiyan Didome" û "Li Bin Darên Zeytûnê" bûn.
Derhênerê navdar bi fîlmê "Tama Kîrazê" di 1997an de li Festîvala Fîlmên Cannesê xelata mezin Palmiyeya Zêr qezenc kir.
Kiyarustemî 1979an piştî Şoreşa Îslamê welatê xwe terk nekiribû û li Îranê mabû.