14 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2016
ANKARA
Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Anadolu Agencyê (AA) bû.
Agbal li meqamê xwe di kategoriyên nûçe, jiyan û sporê da 3 wêne hilbijart.
Agbal di kategoriya nûçeyê da wêneya Gokhan Balci ya "Hewla Derbeyê ya FETO", di kategoriya jiyanê da wêneya Alî Jadallah ya "Li Xezeyê Zivistan" û di kategoriya sporê da jî wêneya Volkan Furuncu ya "Wefata Mihemed Elî" hilbijart.
Agbal der barê wêneyên ku hatine pêşniyazkirin da got "Wêneyên bi mene ne" û diyar kir ku hin wêne zaroktiya merivan tînin bîra merivan.