Sevim Hatun
28 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2017
HAKKARÎ
Polêsên hereketa taybet ên ku li Hekariyê bi serkeftî wezîfeya xwe birêve dibin beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) li dar dixe bûn.
Polêsên hereketa taybet ên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr digel şert û mercên hewayê yên zor û zehmet li herêmê wezîfeya xwe birêve dibin.
Qehremanên taybet ên li dijî terorê têdikoşin beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya AAyê bûn.
Di kategoriya "jiyanê" de dengê xwe dan wêneya Cem Oksuz a bi navê "Stêrkên Tirk li Îzmîrê ne", di kategoriya nûçeyan de dengê xwe dan wêneya Ozkan Bîlgîn a bi navê "Nimêje Eydiyê ya Eskeran" û deng dan wêneya Wisam Hashlamoun a bi navê "Zarokê 16 salî yê sembola berxwedanê."