Haydar Şahin
28 Nîsan 2018•Rojanekirin: 29 Nîsan 2018
ANKARA
Partiyên siyasî ew ê hetanî 21ê gulanê roja duşemê saet 17.00an lîsteya namzedên xwe yên Hilbijartina Giştî ya Parlementerên Heyama 27an û Serokomariyê ya ku di 24ê heazîranê da were kirin elektronîkî (DVD) û kaxizkî pêşîkêşî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) bikin.
Biryarên bi hejmara 303, 306, 307 û 308 yên LHByê yên ji bo Hilbijartina Giştî ya Parlementerên Heyama 27an û Serokomariyê di Rojnameya Fermî da hatin weşandin.
Li gor vê partiyên ku lîsteyên hilbijêran hildin dibê hemû şert û mercan bi cî bînin. Di vê çarçoveyê da AK Partî, BTP, BBP, CHP, DP, HDP, HUDAPAR, Îyî Partî, MHP, SP û VP dikarin lîsteya hilbijêran hildin.
- Qedexeyên roja hilbijartinê
Ji bo ku roja hilbijartinê bi duristî û pergal derbas bibe firotina alkolê, gerandina sîlahan û weşan ew ê werin qedexekirin.
Di vê çarçoveyê da di 24ê hezîranê ya roja hilbijartinê ji saet 06.00an hetanî 24.00 firotin û serwêskirina alkolê ew ê qedexe be.
Xêncî wezîfedarên ewlekariyê tu kes ew ê nikaribe sîlahê li ser xwe bigerîne.
Di seranserê roja hilbijartinê da çayxane, qiraetxane, înternet kafe û mekanên şahiyê yên umumî ew ê girtî bin. Loqanteyên ku cihên şahiyê ne jî ew ê bi tenê xwarinê bifroşin. Roja hilbijartinê, piştî saet 18.00an kesên dixwazin dikarin dawetê bikin.
Roja hilbijartinê, hetanî saet 18.00an radyo û ezayên weşanê ew ê der barê hilbijartin û encamên hilbijartinê da xeber, texmîn û şîroveyan nekin.
Radyo û ezayên weşanê ew ê di navbera saet 18.00-21.00î da bi tenê agahiyên ku LHB bide biweşînin.
Hemû weşan ew ê ji saet 21.00î pêva serbest bin û heke LHB destûrê bide ew ê bikaribin beriya vê saetê jî weşanê bikin.
Heke hilbijartina Serokomariyê ji tura 2yan ra bimîne jî heman şert û merc ew ê di 8ê tîrmehê da jî werin pêkanîn.
Ji destpêka hilbijartinê hetanî temambûnê hemû gilî, gazin, karûbarên fermî ên hilbijartinê, lêkolîna li ser îtîrazan, qebûlkirina zabitên herdu hilbijartinan ew ê di destê LHByê da be. Tu kesê nikaribe li ser biryara LHBê gilîdarê saziyeke din bibe.
- Teslîmkirina lîsteya namzedan
Partiyên siyasî ew ê hetanî 21ê gulanê roja duşemê saet 17.00an lîsteya namzedên xwe yên Hilbijartina Giştî ya Parlementerên Heyama 27an û Serokomariyê bi elektronîkî û kaxizkî pêşîkêşî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind bikin.
Li ser her pelga lîsteya namzedan dibê mor û îmzeya partiyê hebe. Ji bo her namzedî dibê belgeyên wekî dîplome, leşkerî, mînaka nasnameyê ya tesdîqkirî, qeyda sicîla edlî û qeyda arşîvê jî dibê bi lîsteyan ra werin şandin.
Heke ji ber mirin û îstifayê di lîsteyan da kêmasî û guherîn çêbin jî LHByê di heman rojê da hetanî saet 21.00î mijarê binirxîne û û agahiyê bide partiyan. Dibê partî jî hetanî 30yê gulanê roja çarşemê lîsteyên xwe temam bikin. Piştî vê dîrokê mirin an jî îstifa hebin jî lîste ew ê guherîn neyên kirin.
- Namzedên serbixwe
Kesên ku dixwazin wekî namzedê serbixwe beşdarî Hilbijartina Giştî ya Parlementerên Heyama 27an bibin dibê hetanî 21ê gulanê saet 17.00an serî li lijneya hilbijartinê bixin.
Namzedên serbixwe ew ê qasî mehaneya herî zêde ya memûrên dewletê yanê 13 hezar û 916 lireyî wekî emanet razînin û meqbûza wî pereyî, mînaka nasnameya xwe, belgeyên wekî dîplome, leşkerî, sicîla edlî û qeyda arşîvê jî bi daxwaznemya xwe ra bidin lijneyê.
Namzedên serbixwe heke hetanî 25ê gulanê saet 15.00an dev ji namzediyê berdin ew ê bikaribin pereyê xwe yê li emanetê paşda bistînin.