Abdullah Tel
12 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
ÎZMIR
Serokwezîr Bînalî Yildirim bal kişand ser biryara hikûmeta Awistiryayê û diyar kir ku ev cure tevger ji bo aştiya herêmî tehdîdeke mezin e.
Serokwezîr Yildirim li Îzmirê di otêlekê da bi Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov ra hevdîtin kir û paşê daxuyaniya hevbeş da çapemeniyê.
Yildirim di civînê da qala hedefa Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê kir û wiha pê da çû:
"Hedefa Tirkiyeyê ya ji bona Yekîtiya Ewropayê dewam dike, lê ev tenê bi Tirkiyeyê va nabe. Divê Yekîtiya Ewropayê jî vîzyona xwe ya paşerojê eşkere bike û tevliheviya di vî warî da zelal bike. Loma jî em dixwazin têkiliyên xwe yên bi Bulgaristanê ra pêşva bibin û dixwazin ev yek ji Yekîtiya Ewropayê ra jî bibe mînak."
Di mijara penaberan da jî Yildirim, Yekîtiya Ewropayê rexne kir û got, "Mixabin Yekîtiya Ewropayê di mijara penaberan da li gorî peymanên bi Tirkiyeyê ra hatine çêkirin hereket nake û di vê mijarê da hemû bar û fedakarî dikeve ser milê Tirkiyeyê. Em dixwazin dostên me vê fedakariya Tirkiyeyê bibînin."
Serokwezîr Yildirim di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê da biryara hikûmeta Awistiryayê ya girtina mizgeftan û dersînorkirina meleyan, nirxand û got ku ev yek wê bi kêrî aştiya herêmê neyê.
Di axaftina xwe da Yildirim xwest ku hikûmeta Awistiryayê bi aqlê selîm tevbigere û wiha domand, "Ez dixwazim bibêjim ew biryara ku Serokwezîrê Awistiryayê, hikûmeta Awistiryayê ji bo ku mizgeft bên girtin û mele bên dersînorkirin dan, ji bo paşeroja Ewropayê, aştiya herêmê, diyalog û xweşbîniya di navbera dîn û şaristaniyan da tehdîdeke mezin e. Li herêma me hewcedarî bi aştî û aramiyê heye. Bi gotinên radîkal û îslamofobiyê va nirxên Ewropayê wê tu carî negihêjin asta tê xwestin. Em li bendê ne ku hikûmeta Awistiryayê demildest ji vê tevgera xelet paşve gav biavêje."