26 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2018
AZEZ/ANKARA
Enes Hazwaniyê sitranbêjê ciwan yê ji Sûriyeyê ku li Efrîna herêma Sûriyeyê ji ber PYD/PKKya rêxistina terorê ji mala xwe bû tevlî refên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) bû.
Hazwanî li eniyê bi sitranên ku dibêje moralê dide hevalên xwe yên çekdar.

AAyê li kozikên ASAyê ku piştgiriyê didin Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê li Efrînê dijî hedefên PYD/PKKyê dike bi Hazwanî ra xeberda.
Enes Hazwaniyê beriya şerê navxweyî yê li Sûriyeyê sitran digot piştî destpêkirina bûyeran piştgirî da komên dijî rejima Beşar Esed û di çalakiyên dijî rejimê da "kilamên şoreşê" got.

Jiyana sitranbêjê ciwan ya li Tel Rifatê piştî ku PYD/PKK li Efrîna ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê ye bi cî bû guherî.
Hazwanî ji ber êrîşên esmanî yên Rûsyayê ku dijî Tel Rifatê dihatin kirin û Efrîn bi destê PYD/PKKyê hat dagirkirin ji cî û warê xwe bû.
Enes Hazwaniyê tevî 250 hezar sivîlên ji Tel Rifat û dorberê terkeser bûn û hatin Ezezê li benda wê rojê ne ku vegerin welatê xwe.
Hazwaniyê li Ezezê bi cî bû di nav refên ASAyê da cî girt û dijî PYD/PKKyê şer dike.
Enes Hazwanî li eniyê bi sitranên ku dibêje moralê dide hevalên xwe yên çekdar.