03 Hezîran 2016•Rojanekirin: 07 Hezîran 2016
ŞANLIURFA
Ji bo ku bi seferekê li ciyên dîrokî û navçeyên tûrîstîk ên Şanliurfa, Gazîentab û Adiyemanê bigerin wê li ser Bendava Ataturk û çemê Feratê tûra gerê were çêkirin.
Bi hevkariya şaredariyên Şanliurfa, Gazîentab û Adiyemanê û destûra Wezareta Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê wê tûrên ferîbotê bên çêkirin.
Bi seferên ferîbotan wê Sêwreg, Hîlwan, Bozova û Xelfetiya Şanliurfayê, Qehte û Samsata Adiyemanê û Nîzib û Yavuzeliya Gazîentabê bigihên hev.
Ji bo destpêkê wê dawiya salê bi 3 ferîbotan tûr dest pê bikin û li gor rewşê jî wê ben zêdekirin.