Tirkiye

Balafirgeha Diyarbekirê vedibe dinyayê

Li Balafirgeha Diyarbekirê bi veberhênana 300 milyon lireyî 3 sal berê termînala teze dest bi xizmetê kir û ji bo Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bû deriyê vedibe dervayî welêt

Haydar Şahin  | 23.05.2018 - Rojanekırın : 23.05.2018
Balafirgeha Diyarbekirê vedibe dinyayê

Diyarbakir

DİYARBAKIR

Li Balafirgeha Diyarbekirê bi veberhênana 300 milyon lireyî 3 sal berê termînala teze dest bi xizmetê kir û ji bo Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bû deriyê vedibe dervayî welêt.

Veberhênanên li herêmê bi destê dewletê hatin kirin jiyana civakî, bazirganî û tûrîzmê ya herêmê zînde kirin. Ji wan veberhênan yek jî çêkirina temînala teze ya Balafirgeha Diyarbekirê bû.

Ji vir 3 sal berê termînala teze kete xizmetê û ji wê rojê vir da di salê da kêmzêde 1,8 milyon rêwiyî xetên derva û nav welêt ên Balafirgeha Diyarbekirê bi kar anîn.

Di sala 2002yan da 185 hezar rewiyî balafirgeha modern bi kar anîbû û di sala 2017an da hejmara rêwiyan ji sedî hezar û 14 zêde bû û gihîşte 2 milyon û 64 hezarî.

- Firînên dîrekt ên ber bi Almanyayê

Rêhewaya SunExpressê ew ê ji 21ê hezîranê pê va di hefteyê da 3 caran dest bi seferên ber bi Frankfurt, Dusseldorf û Hannovera bajarên Almanyayê bike. Ji ber vê li bajêr kelecanî heye.

Nurdan Seçkîna rêwî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ev cara ewil e ku ji Çeneqeleyê tê Diyarbekirê û dema li bajêr digerin eleqeyeke baş ji esnafan dibînin.

Yilmaz Kutlu jî destnîşan kir ku veberhênanên li Diyarbekirê tên kirin kêrî wan tên, ji balafigeheke piçûk îro gihîştine balagfirgeheke mezin ji ber vê jî bextewar in.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.