04 Tebax 2016•Rojanekirin: 04 Tebax 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî der barê Mitînga Demokrasî û Şehîdan da got: "Li hemberî xayinan ez li aliyê Tirkiyeyê me; ji bo 79 milyonan, tevî beşdarvan û siyasetmedaran, ji bo geşkirina yekîtî û bihevrabûnê ez ê li Yenîkapiyê bim."
Bahçelî li ser hesabê xwe yê Twîtterê yê fermî, rojev nirxand.
Bahçelî got ku heta îro wî gelek keraset û musîbet dîtin, lê tu carî ji hebûna pîroz a miletê xwe nehat xwarê.
Bahçelî got heta îro bi qasî hewla derbeyê ya FETO tiştekî zirar neda vî miletî û wiha nirxand: "Li ser cografiyaya welatê ezîz heta îro gelek bûyer qewimîn, vê axa pîroz şahidiya gelek îxanetan kir. Hê jî dike. Wan kesên ku têkoşîna me ya 15ê tîrmehê hezim nekiribûn xwestin ku hesabê vê bibînin, ceribandin; lê bi ser neketin."
Miletê me bê tirs li hemberî zaliman serî rakir û li ber xwe da.
Bahçeli diyar kir ku tu tepaketî, nemerd û rêxistina terorê ya kirêkirî dê nikaribe li pêşiya miletê tirk raweste û wiha got, "Tirkiye mezin e û bi sekna xwe ya ji 15ê Tîrmehê vir da jî ev yek da nîşanê"
"Dê dilê dostan hênik bike û tirsê bixe zikê neyaran"
Bahçeli bal kişand ku milet bihêz, dewlet jî çak û dînamîk e û wiha pê da çû:
"Ji 15ê Tîrmehê vir da gelê tirk li nobeda demokrasiyê ye. Û heqê xwe, hiqûqa xwe, vîna xwe ya zexm parastiye. Bi Mitînga Demokrasî û Şehidan a ku dê di 7ê tebaxê li Yenîkapiya Stenbolê bête lidarxistin va ezm û berxwedana milî ya ku ji 15ê Tîrmehê vir da didome dê bête xemilandin. Vîna milet dê nobeda xwe ya demokrasiyê li Yenîkapiyê bigihîne fînalê. Û dê dilê dostan hênik bike û tirsê bixe zikê neyaran. Wekî Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer ezê li ser daweta ku ji min ra hat beşdarî mitînga li Yenîkapiyê ya di 7ê tebaxê da bim û bême cem xelkê xwe."