Türkan Tosun
06 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
VAN
Avgura Muradiyeyê ya li Muradiyeya navçeya Wanê bala turîstan dikşîne.
Avgura ku li ser ava Bendîmahiyê ye yek ji cihekî turîstîk ê bajêr e.
Bi hatina biharê ra ava wê her ku diçe bicoş diherike.
Zivistanê bi ava xwe ya qeşa girtî, bi havîn û biharê jî bi ava xwe ya ku bi coş diherike va bala turîstan dikşîne.
Ji her aliyê welêt mirov tên temaşeya avgurmê û li der û dora wê bêhna xwe didin.
Gulcan Akdaga rêberê turîstan e got wan turîstên herêmî ji Edeneyê hildaye ku bibin Wan, Bidlîs û Bazîdê û wiha axivî: "Ez deh sal in rêberiyê dikim. Her ku têm Wanê koma turîstan tînim û avgurê bi wan didim nîşandan. Lewra coşa avgurê nuwaze ye. Lê ava wê hinekî kêm bûye. Ji ber ku ez bi salan e têm, ferqa di navbera berê û niha da baş dibînim. Lê dîsa jî pir xweş e."