Önder Beyter
28 Gulan 2018•Rojanekirin: 28 Gulan 2018
SÎVAS
Li Kangala navçeya Sêwasê astsûbayek bi guleya ku hat îdiakirin ji çeka hevalê wî bi şaşî hat agirkirin va şehîd bû.
Li gorî îdiayê Pisporê Cendirme Onbaşi M.E.K. dema li kamelyaya di hundirê fermandariyê da çeka xwe paqij dikir, çeka wî bi şaşî teqiya û gule li singê hevalê wî Astsûbayê Cendirme Çawiş M.Y. (25) ku li Fermandariya Cendirmeyên Navçeya Kangalê peywirdar e, ket.
M.Y. destxwera rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepanê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Cumhuriyetê û hildan emeliyetê. Lêbelê li vir ligel midaxaleyê M.Y. nehat xilaskirin.
Der heqê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.