Tirkiye

"Hûn nikarin bi kur û manîpulasyonan va li me bidin"

Serokomar Erdogan: "Nizanim kur e, nizanim çi ye... Dev ji wan karan berdin. Hûn nikarin bi kur û manîpulasyonan va li me bidin."

Türkan Tosun  | 27.05.2018 - Rojanekırın : 27.05.2018
"Hûn nikarin bi kur û manîpulasyonan va li me bidin"

Ankara

ISPARTA

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Ispartayê di mitînga ku Meydana Hikûmetê hat lidarxistin de axivî.

- "Me li Efrînê 4 hezar û 480 terorîst berteref kir"

Erdogan behsa operasyonên li dijî terorê kir û wiha axivî: "Li Efrînê ji vê kêliyê pê va me 4 hezar û 480 terorîst berteref kirin. Li Bakurê Iraqê me 419 PKKyî, li nav welêt jî 405 terorîst berteref kirin."

- "Hûn nikarin bi kur û manîpulasyonan va li me bidin"

Serokomar Erdogan got: "Nizanim kur e, nizanim çi ye... Dev ji wan karan berdin. Hûn nikarin bi kur û manîpulasyonan va li me bidin."

Erdogan muxalefet rexne kir û wiha bertek nîşan da: "Ma mirov dikare vî welatî emanetî mixalefeteke ku rika xwe kutaye projeyên prestîj ên Tirkiyeyê, bike? Ma mirov dikare dîreksiyona Tirkiyeyê teslîmî mixalefeteke ku wekî wadê hilbijartinê, şûna ku yên nû çêke, dibêje ez ê rawestînim, birûxînim û hilweşînim, bike?"

Ji bo hilbijartinên 24ê hazîranê Erdogan got di dîroka welêt de ev hilbijartin hilbijartina herî girîng e û wiha dewam kir: "Hilbijartinên 24ê hazîranê di dîroka welêt de hilbijartina herî girîng e. Emê an destketiyên xwe yên 16 salan bêtir zêde bibin an jî emê destûrê bidin vê îtifaqa xirabkirinê ku ew van heba bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın