Türkan Tosun
25 Tebax 2017•Rojanekirin: 26 Tebax 2017
LAHEY/ ANKARA
Ajansa Anadoluyê (AA) dosyaya qetlîama êrîşa kîmyayî ya rejima Esed a ku li Xan Şêxunê kiribû eşkere dike teslîmî Komîsyona Lêkolîna Sûriyeyê ya Xweser a Navneteweyî, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî, şaxên Neteweyên Yekbûyî yên li DYAyê bi vê mijarê re eleqedar in û Dadgeha Cezaya Navneteweyî (DCN).
AAyê li ser êrîşa kîmyayî ya rejima Esed a ku di 4ê nîsanê da li Xan Şêxuna ser Îdlibê kiribû û herî kêm 100 sivîl miribûn dosyayek amade kir.
Nûçegihanên AAyê roja duyem a êrîşê çûn Xan Şêxunê û li wir wêne û dîmen kişandin, bi şahidan re axivîn û hevpeyvînên bi vîdeo çêkirin. Paşê ev delîl kom kirin û dosyayeke ji 209 rûpelan pêk tê amade kirin.
AAyê ev dosya û kopyaya wê ya dijîtal li Laheya bajarê Hollandayê teslîmî Dadgeha Cezaya Navneteweyî kir.
Nûçegihanên AAyê yên li Swîsreyê di 22yê hezîranê de li Cenewreyê kopyayeke vê dosyayê dabûn Komîsyona Lêkolîna Sûriyeyê ya Xweser a Navneteweyî, li Laheyê jî dabûn Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî.
Kopyayeke vê dosyayê jî di 5ê tîrmehê de li New Yorkê teslîmî şaxên Neteweyên Yekbûyî yên ku li DYAyê bi vê mijarê re eleqedar in kirin.
- Çekên kîmyayî yên rejimê
Rejima Esed li Sûriyeyê di nav şêrê navxweyî ya ku 7 sal in dewam dike de cara ewil di 21ê tebaxa 2013an de li Xutaya Rojhilat a Şamê çekên kîmyayî bi kar anîbû. Di êrîşê de ji hezar û 400î zêdetir sivîl miribûn.
Piştî DYA û Rûsyayê bi peymanekê va li hev kiribûn Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî xebatên îmhekirina çekên kîmyayî ya rejimê kiribûn. Lê paşê hat fêmkirin ku rejima Esed jimara çekên kîmyayî kêm daye rêxistinê.
Li gor rapora Şaxa mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) rejima Esed piştî qetlîama Xutaya Rojhilat di nav 4 salan de li herêmên cuda Xan Şêxun ya herî mezin bi tevahî 174 caran êrîşên bi çekên kîmyayî kiriye.