İbrahim Atmaca
25 Hezîran 2018•Rojanekirin: 25 Hezîran 2018
DOHA
Serokê Yekîtiya Alimên Misilman ê Dinyayê Yûsif el-Qeredawî ji bo serkeftina di hilbijartinê da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.
Qeredawî li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Ji ber serkeftina daweta demokrasiyê em hemû gelê Tirk pîroz dikin."
Sûdanê Erdogan pîroz kir
-Partiya Kongreya Neteweyî ya Îqtidar Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir
Qeredawî di daxuyaniya xwe de got ew dia dikin Xwedê di mijarên xêra Tirkiye û alema Îslamê de alîkariya Erdogan û AK Partiyê bike.
Li Sûdanê Partiya Kongreya Neteweyî ya Îqtidar ji bo serkeftina hilbijartinê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya partiyê, "Pêbaweriya gelê Tirk a AK Partî û mitefîqên wê dide nîşan ku piştgiriyê didin polîtîkayên Erdogan û partiya wî."
Di daxuyaniyê da serkeftina gelê Tirk a hilbijartinan hat pîrozkirin û ji bo helwestên wî yên ku umeta Îslamê eleqedar dikin jî pesnê Erdogan hat dayîn.