ANKARA
"Tevgera Dilpakan" a ku pêşengê wê Recep Tayyîp Erdogan bû, bi navê AK Partiyê va di 2001ê da ket siyasetê. Di hilbijartina giştî ya ewil a 3yê sermaweza 2002yan da bû îqtidar û ji wê demê pê va di nav 15 salan da ket hilbijartinan û wek partiya yekemîn hat hilbijartin. AK Partiyê di nav van 15 salan da çar serokwezîr û du serokomar derxistin.
"Tevgera Dilpakan" a ku pêşengê wê Recep Tayyîp Erdogan bû bi prensîba "Êdî tu tişt wê wek berê nebe" va derket rê û di 14ê tebaxa 2001ê da bi navê "AK Partiyê" dest bi siyasetê kir.
Piştî ku AK Partî ava bû û 15 meh şûnda ji ber ku ji bo Erdogan qedexeya siyasetê hebû, partî bêyî Erdogan ket hilbijartina 3yê sermaweza 2002yan. AK Partiyê di vê hilbijartinê da ji sedî 34,28 rey hilda û bû partiya yekemîn. Hikûme Komarê ya 58emîn bi serokatiya Abdullah Gul ava bû.
Piştî ku benda 312emîn a Qanûna Cezayê Tirk (TCK) hat guherandin, qedexeya siyasî ya Erdogan rabû. Di 8ê adara 2003yan da li Sêrtê hilbijartin ji nû va hat kirin û Erdoganê Serokê Giştî yê Avakar wek parlementer hat hilbijartin û ket Meclisê.
Piştî ku Erdogan ket Meclisê, hikûmetê sê roj şûnda îstifa kir û Serokomarê 10emîn Ahmet Necdet Sezer wezîfeya avakirina hikûmetê da Recep Tayyîp Erdogan. Erdogan di 15ê adara 2003yan da hikûmeta 59emîn ava kir û bû serokwezîr.
- AK Partî di hilbijartinên herêmî da jî bû partiya yekemîn
AK Partî di hilbijartina ewil a herêmî a 2004an da ji sedî 41,67 rey hildan û bû partiya yekemîn.
AK Partiya ku Erdogan serokatiya wê dikir di hilbijartina giştî ya 2007an da ji sedî 46,58 rey hildan û bi tena serê xwe bû îqtidar. Ji bilî Tunceliyê ji 80 bajarî parlementer derxistin.
Abdullah Gul di 28ê Tebaxa 2007an da piştî dengdayîna ku li Meclisê hat kirin, bû Serokomarê 11emîn ê Komara Tirkiyeyê.
AK Partî di hilbijartina herêmî ya 2009an da jî dîsa bû partiya yekemîn. Ji bo guhertina Makezagona 1982yan di 2010an da referandum hat kirin û ji sedî 57,88 dengê "Erê" derket.
AK Partiyê di hilbijartina giştî ya 2011an da jî ji sedî 49,53 rey hilda û bû partiya yekemîn.
Di hilbijartina herêmî ya 2014an da AK Partiyê ji sedî 45,60 rey hilda û AK Partiyê xîmê "Şaredarkariya AK (Spî)" saxlem kir.
Di 10ê Tebaxa 2014an da cara ewil gel serokomar hilbijart û Serokê Giştî yê Avakar ê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan bû Serokomarê 12emîn ê Tirkiyeyê. AK Partiyê bi Parlementerê Konyayê Ahmet Davutoglu va dewam kir.
AK Partî bi serokwezîrtiya Davutoglu va cara ewil di 7ê Hezîrana 2015an da ket hilbijartina giştî. Pişt ra di 1ê Sermaweza 2015an da cardin bi tena serê xwe bû îqtidar. Serokomar Erdogan ji bo avakirina hikûmeta 64emîn wezîfe da Ahmet Davutoglu.
Di 22yê gulana 2016an da AK Partiyê 2yemîn Kongreya Derasayî kir û Bînalî Yildirim wek Serokê Giştî hat hilbijartin û 65emîn Hikûmeta Komarê ya Tirkiyeyê ava kir, bû Serokwezîr.
- Du serokomar û çar serokwezîr
Ji AK Partiyê di nav 15 salan de du serokomar û çar serokwezîr derketin.
Abdullah Gul, Recep Tayyîp Erdogan, Ahmet Davutoglu û Bînalî Yildirim bûn serokwezîr, Abdullah Gul di sala 2007an de û Recep Tayyîp Erdogan jî di 10ê tebata 2014an de wek Serokomar hatin ser wezîfeyê.
- 15 salên dijwar
AK Partî salek piştî avakirina xwe bû desthilat û ji wê rojê pê va li hember rêxistinên terorê, hêzên wesayetê yen ku di nav dewletê de ne, dozên ji bo girtina partîyê û li hember hewldanên derbeyê têkoşînê dide.
Di 17ê gulana 2006an de parêzer Alparslan Arslan bi êrîşeke biçek va li avahiyê şuraya dewletê Mustafa Yucel Ozbîlgînê endamê Daîreya 2yemîn a Şuraya Dewletê kuşt û serokê daîreyê Mustafa Bîrden jî birîndar kir.
Komek li Anitkabirê meşiya û got berpirsyarê vê êrîşê hikûmet e. Hikûmetê jî li hember vê îthamê got armanca vê êrîşê xirabkirina aramiyê û hikûmetê têkbirin e.
- Mitîngên komarê
Di 16ê gulana 2007an de dema wezîfeya Serokomarê 10emîn Ahmet Necdet Sezer qediya û behsa hilbîjartina Serokomarê 11emîn hat kirin, lê wê demê qeyraneke siyasî çêbû. Lewra hejmara AK Partîyê ji ber ku dî TBMMyê de zêde bû û kî wek namzed bihata nîşandan teqez ewê bihata hilbijartin. Vê rewşê hin kes acîz kir. Ji ber vê aciziyê li Stenbol, Enqere, Îzmir, Manîsa û Çanakkaleyê mitîngên komarê hatin lidarxistin ku rê li ber vê girtin.
- Qeyrana 367an
Li Tirkiyeyê dema di 27ê nîsana 2007an de Abdullah Gul li Lijneya Giştî a TBMMyê de wek tekane namzed beşdarî hilbijartinê bû, ji 361 parlamenteran 357 kesan ray da wî lê ji ber ku hejmar negihîşte 367an Partiya Gel a Komarê bertek nîşan da û serî li Dadgeha Zagonê da ku raydana tura ewîl a ji bo Serokomariyê bê betalkirin.
Dadgeha Zagonê ev serlêdan qebûl kir û li Tirkiyeyê qeyraneke nû dest pê kir.
- Di dîroka Tirkiyeyêyê de cara ewil e-muhtira hat weşandin
Di dîroka demokrasiya Tirkiyeyêyê de cara ewil piştî hilbijartina Serokomariyê ya tura ewil "e-muhtira"yek di 27ê nîsanê de li ser malpera Sererkaniyê nivê şevê hat weşandin.
AK Apartiyê ev wek hewldana îradeya neteweyî bi nav kir û pir tund bertek nîşanî vê e-muhtorayê da.
Cemîl Çîçekê Berdevkê Hikûmetê yê wê demê daxuyanî da raya giştî û got ev wek tevgereke li dijî hikûmetê tê fêmkirin ku Sererkaniya ku girêdayî Serokwezîrtiyê ye nikare li dijî hikûmetê daxuyaniyan bide. Ev tevger didewleteke hiqûqê ya demokratîk de nayê qebûlkirin.
- Serokomarê 11emîn Abdûllah Gul
Dadgeha Zagonê serlêdana CHPyê qebûl kir û bi hinceta di tura dûyemîn a hevdîtinan da hêjmar kême, serokomar nehat hilbijartin.
TBMM ji bo ji nû ve serokomar hilbijêre di 20ê tebaxa 2007an de dîsa civîya. Abdûllah Gul di tûra 1emîn a hilbijartinê da 341, di tura duyemîn ya 27ê tebaxa 2007an de 337, di tura sêyemîn a 28ê tebaxa 2007an de jî 339 dengan girt û bu serokomarê 11emîn.
- Li dijî partiya herî mezin doza girtinê
Ji bo AK Partiyê ji desthilatiyê dûrbixin, hêzên wesayetê dest bi xebatan kirin. Li ser vê ji aliyê Serdozgerê Komarê yê berê Abdurrahman Yalçinkaya îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê da der barê 71 kesên ku di nav wan de Serokomar Gul û Serokwezîr Erdogan jî hene, 5 salan qedexeya sîyasetê û girtina partiyê hat xwestin. Îdianamê di 14ê adara 2008an de pêşkêşî dadega Zagonê hat kirin. Dadgeha Bilind di 31ê adara 2008an de îdianameyê qebûl kir.
Piştî ku îdianame hat qebûlkirin, di 30ê tirmehê de biryara dozê hat dayîn. Li gorî biryara dadgehê jî partî nehate girtin.
-7ê sibatê qeyrana MÎTê
Piştî ku Dozgerê Komarê yê Stenbolê Sadrettîn Sarikaya ji bo îfedeyê bangî endamên îstîxbaratê kir Qeyran derket. Di nav kesên îfedeya wan hat xwestin de Misteşatê MÎTê Hakan Fîdan jî hebû, li ser vê tevgerê desthilatiya sîyasî midexeleyî bûyerê kir. Pîştî buyera ku pêçiya FETOyê tê de hebû, lêpirsîna der barê wezîfedarên MÎTê ket destê Serokwezirtiyê.
- Bûyerên Geziyê
Li qada taksîmê hat xwestin ku leşkergeha topçû ji nû ve bê çêkirin li ser vê jî di sala 2013an de hin dar ji kokê hat rakirin û li cihekê dinê hat şînkirin. Li ser rakirina daran çalakî dest pêkirin. Bûyer demek dirêj dewam kirin û 50 milyon dolar zirarê da welêt.
-17-25ê kanûnê hewla derbeyê
Dozgerê Komarê yê Stenbolê yê wê demê firariyê FETOyê Celal Kara 17 kanûnê der barê zarokên hin wezîran, karsaz û midûrên giştî yên bankayan de lêpirsîn da destpêkirin.
-15 tirmehê hewla derbeyê
Bi destê FETOyê 15 tirmehê hewla derbeyê hat kirin.
Li ser banga Serokomar Erdogan welatî derketin qadan û destûr nedan derbeyê. Bi hevkariya AK Partî, CHP û MHPyê hewla derbeyê ne gihaşt armanca xwe.
news_share_descriptionsubscription_contact
