Tirkiye

Zabiteyan xwe li ber gayê qurbanî negirt

Li Sungurliya navçeya Çorumê gayê ji bo qurbanê hatibû kirîn ji destê xwediyê xwe reviya û paşê ji hêla zabitayan va hat qefaltin lê beriya qefaltinê ga berî pey xebatkarekî zabiteyê da û di dema revê da ew kes birîndar bû

Abdullah Tel  | 02.09.2017 - Rojanekırın : 03.09.2017
Zabiteyan xwe li ber gayê qurbanî negirt

Corum

ÇORUM

Li Sungurliya navçeya Çorumê gayê ji bo qûrbanê hatibû kirîn ji destê xwediyê xwe reviya û zabiteyan ew qefalt.

Di dema hewlên qefaltinê da gayê qurbanî yê harbûyî êrişî ser xebatkarekî zabiteyê kir.

Xebatkarê ku dît ga bi ser va tê ji nişka ve ber bi rastê va reviya û di dema revê da tilolo bû.

Li gor agahiyên hatin hildan gayê qurbanî ku di hundirê remoqa motorê da dibirin şerjêkirinê di Kuçeya Manastirê ya ser Taxa Bahçelîevlerê da kapê xwe qetand û reviya.

Gayê qurbanî bi qasî kîlometreyekê reviya û paşê derket serê girekî. Welatiyan ji bo qefaltinê hewl da lê ga êrişî wan kir. Li ser vê jî xeber dan şaredariyê û ekîbên Zabiteya Şaredariya Sungurluyê hatin cihê bûyerê.

Ji ekîbê zabiteyê Onder Alpaz nêzî ga bû û derziya tevizandinê berî ga da, li ser vê jî ga berî ser wî da. Onder ji ber tirsa êrişa ga derbejêr bazda, piyê wî leqitî û tilolo bû. Ji bedena Onder hin der şeridîn û ji bo dermankirinê jî ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sungurluyê.

Piştî demekê ga jî di hedê xwe da sekinî û xwediyên wî ew birin û şerjêkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.