Spor

Yekem fînalîstê EURO 2016ê diyar bû

Portugalê di şampiyonaya EURO 2016ê da 2-0 zora Walesê bir û navê xwe weke yek ji fînalîstan tomar kir.

07.07.2016 - Rojanekırın : 08.07.2016
Yekem fînalîstê EURO 2016ê diyar bû

Ankara

LYON

Portugalê di şampiyonaya EURO 2016ê da 2-0 zora Walesê bir û navê xwe weke yek ji fînalîstan tomar kir.

Portugala ku di gera yekem da baş nikarî topê kontrol bike di gera duyem da ê bi golên Ronaldo û Nani 2-0 kete pêşiya rikaberê xwe û mafê hilkişîna fînalê bi dest xist.

Piştî şampiyanaya EURO 2004ê ku Portukal mazûmvan bû cara 2yê ye ku Portugal diçe fînalê.

Cristiano Ronaldoyê ku li hember Walesê gol avêt di fînalên şampiyonayên EUROyê da bi 9 golan, rekora Michel Platiniyê Frensî şikand.

Portugal wê di fînalê da, 10ê temûzê roja yekşemê GMT+2 seat 22.00ê, li yarîgeha Stade de Franceê ya li bajarê Saint-Denis têkeve hember xalibê nîvefînalîstê pêşbirka Almanya-Frensayê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.