16 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2016
ANKARA
Hember teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) gelek welatî daketin kuçe û kolanan û qada vala nehiştin.
Komeke welatî li ber Deriyê Dîkmenê yê TBMMyê yê ku ji ber teşebûsa derbeyê lê civîna Lijneya Giştî ya derasayî dihat kirin civiyan û ji bo rêzgirtina şehîdan li ser piyan sekinîn û pişt re Marşa Neteweyî xwendin.
Welatiyên ku di destê wan de alayên Tirkiye, Turkistana Rojhilat û Azerbaycanê hebûn û dirûşmeyên ku derbeyê lenet dikin berz kirin pişt re jî ber bi Qada Kizilayê ve meşiyan.
Welatiyan li wir jî slogan berz kirin û dan zanîn ku heta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan an jî rayedarên hikûmetê banga "vegerin malên xwe" nekin ew naçin û Kizilayê qada vala nakin.