Abdullah Tel
20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 20 Hezîran 2018
ANKARA
Warêla nefta brent di bazara navneteweyî da bi 75,40 dolarî tê firotin.
Warêlê nefta brent ya ku duh bi 75,21 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê da derketibû heta 75,52 dolarî. Warêlê nefta brent îro serê sibê jî bi 75,17 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.33an pê va ji sedî 0,30 zêde bû û gihîşt 75,40 dolarî.
Warêlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI)yê jî di heman demê da bi 65,22 dolarî hat firotin.
Pispor dibêjin ku ji ber stokên nefta xam a li Amerîkayê kêm bûn û li Libyayê jî agir bi tesîsên embarên neftê ketin, bihayê neftê zêde bûn.
Stokên nefta xam a heftane ya li Amerîkayê di bin bendewariyan da ma û bi qasî 3 milyon warêlî daket û bi tevahî 430,6 milyon warêl hatin derxistin.