Şewata li Antalyayê di daristanê da derketibû hat vemirandin
Şewata li Parka Neteweyî ya Beydaglari duh şev derketibû, hat vemirandin
Antalya
ANTALYA
Li Kemera navçeya Antalyayê şewata ku di daristanê da derketibû, hat vemirandin.
Şewat li Parka Neteweyî ya Beydaglari ya li kêleka rêbejeya D-200 a di navbera taxên Goynuk û Beldîbiyê ye derketibû.
Bi 15 arazoz û 90 karkeran ve şewat hat vemirandin.
Di şewatê da qadeke 6 hektarî şewitî.
Şewata ku duh şev derketibû bi tesîra bayê belav bûbû. Ji ber ku qada ku şewat derket çiyayî û asê ye şewat bi zehmetî hatibû vemirandin.