09 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di saet 10.00an da bi balafira bi navê "TUR"ê çû St. Petersburga Rûsyayê.
Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman, Wezîrê Parastina Neteweyî Fikrî Işik, Waliyê Enqereyê Mehmet Kiliçlar û Serokê Bajarê Mezin ê Enqereyê Melih Gukçek Erdogan verê kirin.
Mehmet Şimşekê Alîkarê Serokwezîr, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Nabî Avci, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Faruk Çelîk, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Berat Albayrak, Mehdî Ekerê Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan bi Erdogan ra çûn Rûsyayê.
Serokomar Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya li Petersburgê da wê bi Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ra bê bal hev. Piştî hevdîtinên di navbera lijneyan da wê daxuyaniya çapemeniyê were dayîn.
Wek mayîn Erdogan û Pûtîn wê xitabî karsazên rûs û tirk bikin.