03 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2016
VAN
Şaredara Çatakê Evîn Keve ji ber sûcê "têkbirina yekîtiya dewlet û welat" hat girtin.
Li gorî agahiyê, piştî daxuyaniya "xweserî"yê ya duhê Serdozgeriya Komarê ya Navçeyê dest bi lêpirsînê kir. Di çarçoveya lêpirsînê da Keve hat binçavkirin û piştî kutabûna miemeleyên li emniyetê Keve birin edliyeyê.
Li dû jêpirsîna li serdozgeriya komarê ji bo ku were tewqûfkirin, Keve sewqî dadgeha nobedar kirin û dadgehê jî ji ber sûcê "têkbirina yekîtiya dewlet û welat" ew girt.