Önder Beyter
13 Gulan 2018•Rojanekirin: 14 Gulan 2018
BITLÎS
Li Tetwana navçeya Bitlîsê Gulbeyaz Karakuta 50 salî 13 sal e li dayîka xwe ya li erdê dinihêre.
Karakuta ku di 14 saliya xwe da ji mêrê xwe cuda bû û vegeriya mala bavê, diyar kir ku jinên ku ji ber tundî û sedemên din ji mêrê xwe cuda bûn, divê tu wextî bêhêvî nebin û divê li ser piyên xwe bimînin.
Karakutê diyar kir ku dema ji mêrê xwe cuda bû, 3 zarokên wê hebûn û ji ber hindê wê porê xwe di ber zarokên xwe da spî kir.
Karakutê wiha dewam kir:
"Min zarokên xwe dan ber xwendinê û ew zewicandin. Ez ê êdî biketama rihetiyê, lêbelê vê carê diya min nexweş ket. Hemû rojên min bi têkoşînê ra derbas bûn. Niha 5 neviyên min hene. Ez seba zarokên xwe, neviyên xwe û diya xwe têdikoşim. Heger ji mêrê xwe cuda bibin, rastiyê tundiyê werin jî bira li ser piyên xwe bimînin. Bi minasebeta Roja Dayîkan, ez Roja Dayîkan li hemû dayîkan pîroz dikim. Ez roja diya xwe jî pîroz dikim, Xwedê ewladekî mîna min nesîbî herkesî bike. 13 sal e ez li diya xwe ya li erdê ku nexweşê alzheimerê ye, dinihêrim. Ez wê qet tenê nahêlim. Divê mirov baş miqatê wê be, ji ber ku eleqeyeke zêde dixwaze. Ez ji diya xwe pir hez dikim, ez pê şad û bextewer im ku ez li diya xwe dinihêrim."