01 Nîsan 2017•Rojanekirin: 01 Nîsan 2017
VAN
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim got: "Roj roja hişyariyê ye, roj roja dîtina hîleyan û tevgera ferasetê ye. Berê li Cezayirê ji bo xelkê ji hev cihê bikin dubendî kirin nav însanan. Wek 'berberî û xwemalî' ji hev cihê kirin. Niha jî wekî 'tirk û kurd' dixwazin me ji hev cuda bikin. Bawer dikim wê xwîşk û birayên min ên kurd pê nexapin. Wê gelê me dafikan bibîne û dersê bide yên cihêkariyê dikin."
Serokwezîr Yildirim di merasima vekirina komî ya li Meydana Beşyolê ya Wanê hat kirin da silav da gelê Wanê û xeberda.
Yildirim got ku hêzên ewlehiyê yên welêt ji bo berterefkirina terorîst û serwêsên îstixbaratê yên biyanî xebatên xwe didomînin û wiha pê da çû: "Destê şewqet, alîkarî û piştgiriyê yê dewletê her tim li pişt we be, lêbelê kulma dewletê ya pola jî ew ê jiyanê li terorîstan tarî bike. Hêzên me yên ewlekariyê hetanî ku birevin jî ew ê bidin pey terorîstên di xizmeta serwêsên îstixbarata biyaniyan da û wan berteref bikin. Em ê bi tenê Wanê na hemû Tirkiyeyê û dinyayê li wan reş bikin."
Serokwezîr Yildirim ew sozê ku dema nû bûbû serokwezîr dabû bi bîr xist û got: "Di rojên ez bûm serokwezîr da min tiştek got, min got ku 'Emê dawiyê li teror û vê belaya terorê bînin, emê ji ser serê miletê vê belaya hanê bitexisînin. Hemd be niha em di vê rêyê da ne. Hûn jî bibin şahîd û meydana Wanê jî bila bibe şahîd wê hêstirên dayikan wê nebarin, em ê tu carî nehêlin û destûrê nedin ku teror ciwanên me bi kar bînin."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Yildirim ragihand ku HDP û CHPê bûne wek cêwî ji ber vê tevgerê ew rexne kir û wiha dewam kir: "Em herî dibêjin makezagona nû HDP û CHP miletê tehdîd dikin, ditirsînin. Ev ji rastiyan dûr di nav xewn û xeyalan da dijîn. Ew êdî bûne cêwî, yek piyê xwe radike yê din dide şûnê."