Qedexeya derketina derva ya li Diyarbekirê rabû
Qedexeya derketina derva ya ku li Sîlvan, Hezro, Kocakoy, Qulp û Licêya navçeyên Diyarbekirê ji ber operasyonên dijî PKKa rêxistina terorê hatibû îlankirin, rabû

Diyarbakir
DIYARBAKIR
Qedexeya derketina derva ya ku li Sîlvan, Hezro, Kocakoy, Qulp û Licêya navçeyên Diyarbekirê ji ber operasyonên dijî PKKa rêxistina terorê hatibû îlankirin, rabû.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn ji bo berterefkirina rêvebirên payebilind ên PKKya rêxistina terorê û hevkarên wan, îmhekirina sitargeh, şikeft, embar û baregehên terorê û desteserkirina melzemeyên terorê li kir û tepeyên Sîlvan, Hezro, Kocakoy, Qulp û Licêya navçeyên Diyarbekirê operasyon hat kirin.
Ji ber operasyonê li Dîbekkoy, Yolçati, Çagdaş, Kayacik, Ortaç, Yalaza, Baglan, Çavundur, Dolunay, Kabakaya, Tepe, Budak, Dallica, Kutlu, Oyuklu, Turelî, Begendîk, Hacicemîl, Esenlî, Çanak, Alataş, Kolbagi, Bakanlar, Kalkanli, Kerpîçoren, Goçer, mezrayên Çaylarbaşiya Liceyê; li Kocakoyê gundên Boyunluê û Varlikê; li Sîlvanê gundê Dolaplidere û mezrayên Alakuşak, Uçdîrek, Ergeçîtî, Erkencîlerê; li Hazroyê gundên Koçbaba, Ormankaya, Çîtlîbahçeyê û mezrayên Şahgeldî û Guzdamiyê; li Qulpê gundên Taşkopru, Temren, Bayirkoy, Demirlî, Çukurça û mezrayên Kuyucak, Mevik, Aşagipolat, Yukaripolat, Keçîveren, Zumrutluyê qedexeya derketina derva îro ji saet 10.00î pê va hat rakirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.